Di vê xebatê de min li alema Rojava gebûna Kurdnasiyê, berhemên Kurdologên biyanî, pêveçûna vê zanistiyê bi awayeke kategorîk nirixand.
Kurdolojî wek dîsîplînekî zanistiyê di bin sîvana zanîngehên welatên Rojava de ge bûye. Helbet derbarê Kurdnasiyê de ji bilî xebatên zanistan; seyahetname an jî yadatên mîsyonerên oldar, bazirgan, seyah, ervan, casûs, dîplomat, arkeolog, endezer û baldarên ku di demên cuda hatine heremê jî cihekî girîng digre. Wêjeya derbarê alema Rojhilat û Kurdistanê ku li ser hîmê van ahidiyan peyda bûye, vê heremê wek cihekî egzantrîk liqelem daye û di encam de bi gitî derbarê Rojhilat de baldariyeke ku wek 'orientalîzm' tê bi nav kirin, peyda bûye. Orientalîzm herçend insan û çanda mirovên Rojhilatî (Kurd) bi balkêî binirxîne jî di encam de di çavên Rojavayiyan de ew wek 'obje' hatine xuyakirin. Ji bo rawekirin û fahmkirina vê 'objeya wî aliyê cîhanê' jî di zanîngehan de bi navê orientalîzmê dîsîplînekî peyda bûye û Kurdolojî herçend ne bi awayeke xweser be jî di bin sîwana wê de be bûye. Pitî orea Bolewîk ku li alema zanistiyê ekola sosyalîst jî cîh girtiye, nêzîkbûnên bi vî rengî lewaz bûne û Kurd û mileten din yên Rojhilat ne bi nêzîkbûnekî wek 'obje' lê bi çavekî objektîf hatine nirxandin.
Di vê pirtûkê de min cîh da Kurdolojiya welatên alema Rojava. Helbet li Rojhilat li welatên wek; Îran, alema Ereb, Tirkiye û çendîn welatên din jî derbarê Kurdnasiyê de xebat hatine kirin. Divê derbarê Kurdnasiya van welatan de lêkolîneke cuda û xweser bê kirin.
Heta niha derbarê Kurdnasiyê de çi ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Kurd, çi ji aliyê biyaniyan ve çendîn berhem û lêkolîn hatine amadekirin. Mixabin piraniya van xebatan bi zimanên dervayê Kurdî hatine nivîsandin. Ji ber vê yekê xebateke derbarê Kurdolojiyê de -bi zimanê Kurdî- bo xwînerên Kurdî lazim bû!